Di bersivdayîna şervanan de, li Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin

Artêşa Tirk îro, careke din êrîş birin ser gundên navçeya Eyn Îsayê û careke din jî şervanan êrîş şkandin.

Artêşa Tirk û çeteyên pê re, di saetên şevê de bi çekên giran êrîş birin ser gundên Xalidiyê û Hoşan û rêya M4 yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê.

Şervanên li deverê bersiv dan û êrîş şkandin û di şer de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di saetên nîvro de jî hêzên dagirker hewl dan derbasî van deveran bibin, lê şervanan êrîş şkandin û erebeyeke wan teqand.

Dagirkerî êrîş birin ser gundewarên Minbic û Efrînê

Her wiha di saetên şevê de, artêşa Tirk û çeteyên wê, gundewarê bajarê Minbicê topbaran kirin.

Di êrîşan de gundên Cat, Hoşeriyê û Toxar bûn armanc.

Li aliyê din jî, artêşa Tirk gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Di êrîşan de gundên Meranaz û Elqemiyê yên naveçyê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Duh jî dewleta Tirk gundewarên Minbicê û Şehbayê bi dijwarî topbaran kiribûn.

Back to top button