Li dijî peymana di navbera PDK’ê û Bexdayê ya li ser Şengalê de, hunermendên Êzidî li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyek li dar xist.
Çalakî li pêşiya Navenda Çanda Êzdîxanê (NÇÊ) û bi beşdariya gelek hunermendan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de, ev lihevkirin hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ti lihevkirinên bêyê vîna gelê Şengalê, qet nayên qebûlkirin.
Bi heman armancê, li paytexta Norwêc Osloyê û li bajarê Cinêv ê Swîsreyê jî, çalakî hatin lidarxistin.