Natenyaho: Di rojên bê de em ê şandeyekê bişînin Sûdanê

Israîl di rojên bê de şandeyekê ji bo danîna têkiliyan dişîne Sûdanê.
Hikûmeta Sûdanî destekê dide asayîkirina têkiliyan digel Israîlê, gelek partî û aliyên rikeber ên Sûdanê jî bertek û nerazîbûnan nîşan didin.

Serokwezîrê Israîlê Binyamîn Natenyaho ragihand ku, wê şandeyeke Israîlê di rojên bê de biçe Sûdanê, da ku hevkariya aborî, bazirganî û çandiniyê ragihaînin.

Natenyaho got:

“Lihevkirina bi Sûdanê re, sûdê li tevahî Israîliyan dike, bi taybet di warê veguhastinê de.”

Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Gabî Eşkinazî jî destnîşan kir ku lihevkirina bi Sûdanê re, biryareke dîrokî ye û Rojhilata Navîn ber bi pêşerojeke aram û geş ve dibe.

Gabî Eşkinazî bang li gelek welatên Ereb û rêveberiya Filistînî jî kir ku “rêya aştiyê” digel Israîlê bibijêrin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûdanê Umer Qemredîn ji aliyê xwe ve bal kişand ser lihevkirinê û got:

“Ev lihevkirin, di warê asayîkirinê de ye, ne asayîkirin e.

Piştî bidawîkirina avakirina saziyên destûrî, em ê biryarê der barê wê de bistînin.”

Hêzên El-Icma’i El-Wetenî, Patiya “El-Mu’temer El-Şebî”, Partiya “Umme”, Partiya “Tevgera El-Islah El-An” û Partiya “El-WEhdewî El-Dîmuqratî El-Nasirî” peymana Sûdan-Israîlê şermezar kir.

Îranê jî ji aliyê xwe ve ev lihevkirin şermezar kir da zanîn ku serwerên Sûdanê beramberî dolaran ev gav avêtiye.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara derxistina Sûdanê ji lîsteya welatên piştgirên terorê, îmze kir, yekser ragihand, ku wê Sûdan û Îsraîl, di demeke nêz de, peymana asayîkirin têkiliyan îmze bikin.

Sûdan, dewleta Erebî ya 5. e piştî Misir, Urdin, Îmarat û Beyreynê ku digel Israîlê têkiliyna asa dike.

Back to top button