Hevpeymana Qedexekirinê, piştî 90 roj dikeve meriyetê

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Hevpeymana Qedexekirina Çekên Nuklerî piştî 90 rojî dikeve meriyetê.

Berpirsiyarekî NY ji AFP’ê re da xuyakirin ku 50 dewletî li ser vê hevpeymanê îmze kiriye, her dawî jî Hindoras e.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ev gav pêşwazî kir û weke serkeftina mirovahiyê bi nav kir.

Hevpeymana qedexeya çekên nuklerî, yekem lihevkirina navneteweyî ya qedexekirina çekên nuklerî ye, armanca wê jiholêrakirina bitemamî ya van çekan e.

Ev hevpeyman, 7 Tîrmeha 2017’an derket, lê pêdiviya wê bi îmzekirina 50 dewletan hebû, da ku pêk were.

Back to top button