YJA STAR: Xeta Bêrîtan rêbaza jiyan û têkoşînê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê diyar kir ku Berîtan li hember xeta PDK’ê ya îxanetê teslimiyet qebûl nekir û got:
“Xeta Berîtan ji bo gel û jinên kurd rêbaza jiyan û têkoşînê ye.”

Fermandariya Biryargeha Navendê ya YJA STAR’ê bi boneya salvegera 28’emîn a şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek da.

Fermandariya YJA STAR’ê di şexsê Heval Berîtan de hemû şehîdên meha cotmehê bibîranî û got:

“Hevrê Bêrîtan ku abîdeya berxwedanê ya mezin a meha Cotmehê, sembola bedewî, azadî, şer, fermandara bêhempa ya artêşbûna jinê ye.

Bêrîtan weke destpêka artêşbûna jinê bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdan hate nivîsandin.

Fermandariya YJA STARA’ê sekna Berîtan ya li hember hêzên navneteweyî, teslîmkar û noker bibîrxist û dazanîn ku Berîtan bi sekna xwe ji tevahiya cîhanê re ragihand ku gel û jinên Kurd ti carî teslîm nabin û ewê bi berxwedanê serbikevin.

YJA STAR balkişand li ser helwesta Berîtan a li hember xîyaneta PDK’ê û got:

“Berîtan li dijî hêzên PDK’ê yên netewperest û noker ên ku hewl didan wê teslîm bigirin, wê jiyana bi rûmet hilbijart, çeka xwe şikand û bêteredût xwe ji zinaran avêt, bi vî rengî li dijî teslîmiyetê bû banga berxwedanê.

Rêber Apo ev bang weke nasnameya bi rûmet a jinên Kurd dît û bi armanca birêxistinkirina banga azadiyê ya jinên Kurd, ji bo bîranîna Bêrîtan piştî salekê ‘artêşbûna jinê’ ragihand.”

Fermandariyê diyar kir, eşqa azadiyê û xeta berxwedanê ya Bêrîtan wê artêşa me, milîtaniya me, dilsoziya me ya bi gelê xwe re û hezkirina Rêbertî teqez bi ser bixîne û armancên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi cih bîne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê herî dawî ev bang kir:

“Em bang li ciwanan û jinan hemûyan dikin ku di xeta Bêrîtan de têbikoşin, li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan li ber xwe bidin û serhildana azadiyê bi ser bixînin.”

Back to top button