Tevgera Azadî û PADÊ bi daxuyaniyeke hevbeş peymana li ser Şengalê red kirin

Li dijî peymana dagirkirina Şengalê ya PDK, Iraq û Tirkiyê, hêrsa gel û partiyên Kurd zêde dibe. Şandeya Tevgera Azadî ya ku li Şengalê ye digel Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan bi daxuyaniyeke hevbeş peyman red kir.

Şandeya Tevgera Azadî ya ku berî çend rojan çûbû Şengalê, piştî serdana sazî û rêxistinên Êzidiyan, serdana Partiya Azadî û Demokrasya Êzidiyan PADÊ’yê kir û li navenda Şengalê li hev kom bûn.

Piştî kombûnê, her du aliyan li ser rewşa Şengal û peymana PDK-Bexda û Tirkiyê, daxuyaneke hevbeş da.

Serokê PADÊ’yê Umer Salih da xuyakirin ku serdana şandeya Başûrê Kurdistanê, nîşan dide ku ev peymana li ser Şengalê, tenê ya hib aliyan e.

Umer Salih got:

“Em wek PADÊ, plana nû ya Enqere, PDK û Bexdayê red dikin û qebûl nakin.

Pêwîst e tevahiya partiyên Başûr helwesta xwe der barê vê lihevkirinê de zelal bikin, ji ber ku li ser navê Başûrê Kurdistanê hatiya îmzekirin.”

Piştî axaftina Serokê PADÊ’yê, hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah axivî.

Mihemed Ebdullah da zanîn ku ew ê piştgiriya gelê Şengalê bikin û bi war re li dijî vê lihevkirinê derkevin.

Mihemed Ebdullah destnîşan kir ku ev peyman, di navbera Başûr û Iraqê de tenê biryareke siyasî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin.

Hevserokê Tevgera Azadî bal kişand ku ev lihevkirin, berdewamiya plana DAIŞ’ê ye ku li dijî Şengalê pêk tê û wiha anî ziman:

“Divê giştî partiyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî lihevkirina ku Barzanî bi navê hikûmetê îmze kiriye, helwesta xwe zelal bikin.”

Back to top button