Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek xwe li Qamişlo li dar xist

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê sûçên dewleta Tirk ya li dijî jinan li herêmên dagirkirî komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdarbûna jinên siyastmedar yên herêma Cizîrê û hiqûqnas û hin aliyên din li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di Komxebatê de, sûçên dewleta Tirk li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tîne hatin şermezar kirin û derbarê sûcên li dijî jinan li ser asta siyasî, hiqûqî û civakî nîqaş tên kirin.

Her wiha li ser pêşxistina rola jinan di hemû qadan de nîqaş hatin kirin.

Tê payîn, ku ev Meclisa Jinan komxebata 3 ya dibin durişmeya ” Bi bwexwedana Hevrîn Xelef em ê dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin ” tê lidarxistin.

Back to top button