Kongreya Star: Yên destê xwe dirêjî destketiyê şoreşê dikin xiyanetê li yekîtiyê dikin

Kongra Star diyar kir ku yên destê xwe dirêjî zimanê kurdî bikin xiyanetê li yekîtiyê dikin.

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star bi daxuyaniyekê helwesta ENKS’ê ya li hember perwerdeya zimanê kurdî şermezar kir.

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star got:

“Ziman hebûn û nasnameya me ye.

Yên ku destên xwe dirêjî nirx û deskeftiyên şoreşa me dikin, xiyanetê li yekitiya neteweyî dikin.

Ji ber vê yekê, divê hemû partiyên siyasî li dijî planên dewletên dagirker bisekinin. Nebin hevkarê dijminên xwe.”

Kongreya Star dazanîn dema ku dagirkeriya Tirk zimanê xwe li ser gelê me û xwendekarên li Efrîna dagirkirî ferz kirin ENKS’ê dewleta Tirk şermezar nekirin. Lê îro em dibînin perwerdeya bi zimanê dayikê red dikin. Ev yek cihê şermêye.

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star bang li hemû partiyên siyasî yên kurd kir ku yekîtiya xwe avabikin û ziman, çand û nirxên gel biparêzin.

 

Back to top button