Piştî Zînî Wertê çekdarên xwe şand herêma Garê

PDK ya ku başûrê Kurdistanê gav bi gav pêşkêşî dewleta Tirk ya dagirker dike niha jî dîsa li pey lîstikên nû ye. PDK’ê piştî Zînî Wertê vê care jî çekdarên xwe şand herêma Garê.

PDK bi dewleta Tirk ya dagirker re li ser başûrê Kurdistanê di nava pêşxistina planan û listikan de ye.
PDK’ê hêzeke xwe ya taybet şand herêma Garê û çeper û baregehên nû çê dike.

Piştî Zînî Wertê PDK vê carê jî li herêma Garê li pey listîkeke nû ye.

Li gorî nûçeya RojNewsê, PDK ji doh ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzanî ye dişîne bajarokê Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê.

Hate îddîa kirin PDK’ê çekdarên xwe yên bi navê ‘pêşmergeyên Roj’ jî li gel hêza taybet a Gulan birine herêmê.

Tê gotin ku, ji ber ku pêşmergeyan nexwestine derbasî herêmên di bin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet a bi nave Gulan şandiye herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî gelek wesayîtên leşkerî yên bê plaqe, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasê herêmê bûne û li gundên herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

Bajarokê Dînartê û deşta Nehlê weke herêm dikeve nêzî çiyayê Garê ku weke herêma gerîla jî tê nasîn.

Back to top button