“Statûya Şengalê divê bi xweseriyê mayînde bibe”

511 kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên civak Êzîdî, yên li welatên cûda li dijî peymana PDK, Tirkiye û Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin statûya Şengalê bi xweseriyê were mîsogerkirin.

511 kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên civak Êzîdî, yên li welatên cûda û yên xwedî nêrîn û rêxistinên cûda, li dijî peymana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK, Tirkiye û Iraqê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî li bajarê Lohne yê Elmanyayê hate dayîn.

Kes û aliyên ku ev deklerasyon îmzekirin di daxuyaniya xwe de diyar kirn ku vê peymanê civaka Êzidî xemgîn û dilgiran kiriye.

Ji ber ev peyman bêyî beşdarkirin û girtina şêwra wan hatiye imze kirin. Ev jî dide xuyakirin ku ji komkujiya 2014’an ti ders nehatiye derxistin heman hişmendî berdewam dike.

Di berdewamiya deklerasyonê de ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê ev daxwaz hate kirin.

1. Bi armanca misogerkirina çareseriyek wekhev, mayinde û bingehîn ji bo siberoja Şengalê, divê pêvajoyek ku rêveberiya niha şengalê weke aliyê sêyem têde be were destpêkirin û naveroka peymanê ji nû ve were nivîsandin.

2. Li dijî qirkirina nijadî, çareserîya ku bibe bersîva herî baş; divê ji bo civaka Êzîdî statûyek li gorî destûra bingehîn a Iraqê bi şêwazekî mayînde, herêmên Şengalê û Nînovayê weke du rêveberîyên xweser yên cuda werin misogerkirin.

3. Mekanîzmaya ewlehiyê û parastinê ya ku wê were avakirin, divê hemû hêzên ku di azadkirina û rizgarkirina Şengalê de ked û tekoşîn dane, bê istisna û bê cudahî têda cih bigrin û bên beşdarkirin.

4. Him ji bo parastina ji sînoran him jî ji bo misogeriya ewlehiya hundirîn, bi tenê ji bo herêma Şengalê, herî kêm divê 10.000 kes tevlî vê mekanîzmayê bibe.

5. Ji aliyê komisyonek hevpar ve, divê kesekî di plansaziya avakirinê de şareza û di xizmetên bajêrvaniyê de xwedî ezmûn û ji aliyê siyasî ve jî serbixwe, ji bo qaymeqamiyê were hilbijartin.

6. Ji bo vegera gel a Şengalê birêve bibe û koordîne bike, divê komisyonek hevpar were damezrandin.

Back to top button