Li Serêkaniyê ji aliyê DAIŞ’ê ve meşek pêk hat

Li Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê de hatiye dagirkirin, çeteyan dijî Fransayê meşek lidarxistin. Çeteyên DAIŞ’ê jî di meşê de amade bûn û ala xwe hildan.

Desthilata AKP’ê ya faşîst di asta navnetewî de ji ber bazirganiya xwe ya îslama siyasî roj bi roj teşhîr dibe.

Ev demeke ji ber ku Fransa taybetî jî Macron li hember polîtîkayên dewleta Tirk ên dagirker û îslama siyasî xwedî helweste, bûye hedefa Erdogan.

Erdogan duh heqaret li Serokkomarê Fransayê Macron kir û ji ber vê yekê jî Fransayê balyozê xwe yê li Enqereyê paşve kişand.

Li Serêkaniya dagirkirî çeteyên Erdogan li dijî Fransayê meşek pêkanîn.

Di vê meşê de çeteyên DAIŞ’ê ala xwe rakirin û ala Fransayê jî şewitandin.

divir de dimenên ala daişê bidin

Wek di meşa Serêkaniyê de derket holê Erdogan her çiqa navê cuda li çeteyên xwe bike jî lê wek di dîmen de jî xuyaye hemû çeteyên DAIŞ’ê ne.

Back to top button