Îro li gelek bajaran xwepêşandan pêk hatin û daxwaz hatin dubarekirin

Li Iraqê, di salvegera destpêkirina xwepêşandên li dijî rewşa heyî, îro li gelek bajaran xwepêşandan pêk hatin.
Hikûmet bikaranîna çekan ji aliyê polîsan ve li deverên xwepêşandanan qedexe kir.
Rêberê Tevgera Sedir, Muqtede El-Sedir jî bang li hikûmetê kir ku li hember planên li dijî aramiya welêt raweste.

Par weke îro, Iraqî dest bi xwepêşandanên xwe yên li dijî gendelî û rewşa siyasî û aborî kiribûn.

Îro di salvegera xwepêşandan de, bi hezaran Iraqî daketin qadan û daxwaz û bangên xwe ya sererastkirina rewşa heyî dubare kirin.

Xwepêşanda herî mezin li Bexdayê pêk hat, ku xwepêşander ji duh şev ve li Qada Tehrîrê kom bûbûn.

Ji aliyê xwe ve, polîsan hêza xwe li Bexdayê zêde kir û riyên sereke ku digihêjin Qada Tehrîrê qut kirin.

Di çalakiyan de banga cezakirina aliyên bûn sedema kuştina xwepêşanderan di nava salekê de hat kirin.

Li herêma El-Elawî ya li Bexdayê pevçûn navbera xwepêşander û polîsan de rû dan.

Li parêzgehên Besra, Zî Qarê û Mîsanê jî xwepêşandarên girseyî pêk hatin û banga cezakirina kujerên xwepêşanderan hat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê, rahiştina çekan û bikaranîna wan di cihên xwepêşandanên gel de li ser endamên xwe qedexe kiriye.

El-Kazimî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane banga deqeyeke rêzgirtinê kir

Bi destpêkirina xwepêşandanên îro, Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî bang li Iraqiyan kir ku îro di saet 05:00 de ji bo rihê kuştiyên di xwepêşandanên di nava sala borî de deqeyeke rêzgirtinê bisekinin.

El-Sedir: Divê hikûmet li hember planên dijî aramiya welêt raweste

Ji aliyê xwe ve, Rêberê Tevgera Sedir, Muqtede El-Sedir derbarê destpêkirina xwepêşnadanên gel li ser malpera xwe wiha nivîsand:

“Piştî ku serokwezîr biryara bikaraîna çekan ji aliyê polîsan ve di xwepêşandanan de qedexe kir, hin alî ku piştgiriya xwe ji derve digirin, şoreşa heyî di rastiya wê de derdixin.”

Muqtede El-Sedir bang li hikûmetê kir ku li dijî planên li dijî aramiya welêt raweste û heybeta dewletê vegerîne.

Hêjayî gotinê ye ku di xwepêşandanên Iraqiyan yên di nava salekê de 650 kes hatin kştin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Back to top button