Dagirkerî êrîş birin ser gundewarên Minbic û Efrînê

Artêşa Tirk û çeteyên pê re, êrîşên xwe ser herêmê didomîne, îro jî careke din êrîş birin ser gundewarê Minbicê.

Derbarê êrîşên artêşa Tirk ser gundewarê Minbicê, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahî dan.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê dagirkeran îro di saetên êvarî de gundên bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Gundên Toxar, Cat û Dendeniyê yên deverê bûn armanca êrîşên dagirkeriyê.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku ji ber topbaranê ziyanê canî çênebûn.

Duh jî di saetên şevê de, artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên Cat, Hoşeriyê û Toxarê yên Minbicê topbaran kiribûn.

Her wiha duh artêşa Tirk bi çekên giran êrîş birin ser rojavayê navçeya Eyn Îsayê.

Şervanên li deverê bersiv dan û êrîş şkandin.

Di şer de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn û erebeyeke dagirkeriyê hat teqandin.

Back to top button