Yekîtiya Ewropayê, bertek nîşanî helwesta Erdogan a li hemberî Serokkomarê Fransayê Macron da.
Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell li ser hesabê xwe yê Twîtterê, gotinên Erdogan li hemberî Macron rexne kirin û wiha nivîsî:
“Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, nayên pejirandin.”
Josep Borrell bang li Tirkiyê kir jî ku dawî li pevçûnên xwe yên tirsnak bîne.