Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe li rex rêya M4 zêde dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, piştî zêdekirina êrîşên xwe li ser herêmê, êdî nuqteyên xwe jî li gundewarên li rojavayê navçeya Til Temirê û li seranserî M4 zêde dikin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef diyar kir ku ji van baregehan, çete yekser sivîlan dikin armanc, lewma di çarçoveya parastina rewa de ew bersiva êrîşan didin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, piştî zêdekirina asta êrîşan li ser herêmê, nuqteyên leşkerî li gundewarên dagirkirî yên li navçeyên Serê Kanî û Til Temirê zêde dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê, nuqte û baregehên leşkerî li gundên Erbeîn, Lîlan, Bibse û Amiriye yên rojavayê navçeya Til Temirê û li rex rêya M4, hatine avakirin.

Dewleta Tirk dibistan û malên sivîlan jî ji xwe re kirine baregeh.

Li kêleka van nuqte û bargehan jî, artêşa Tirk ji çend rojan ve, kolandin û bilindkirina satiran li rojavayê gundê Dibsê pêk tîne.

Her wiha baregheke nû bi nêzî 2 km li gundê Amiriyê û li deverên dagirkirî jî satirên axê ava dike.

Riyad El-Xelef: Dewleta Tirk ji nuqteyên li ser rêya M4 sivîlan dike armanc

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên xwe ji van baregehan, êrîşî sivîlan dikin.

El-Xelef got:

“Dagirker aniha hewl didin baregeh û nuqteyan li gundên aram zêde bikin û em ê jî di çarçoveya parastina rewa de rê nedin êrîşên wan”.

Li gel êrîşên rojane yên dewleta Tirk li dijî herêmê jî ku ev çend roj in pir zêde bûbe, Rûsya û hikumeta Şamê bê bersiv dimînin.

Diyar e, zêdebûna van êrîşan jî encama lihevkirinke nû ye.

Bi vê bêdengiyê re, wê pêleke nû ya koçberiyê çêbibe nemaze ku gelek hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Eyn Îsayê hene.

Back to top button