Amerîka, Azerbeycan û Ermenistan, agirbesteke nû radighînin

Amerîka, Ermenistan û Azerbeycanê, agirbesteke mirovî ya nû li herêma Qerebaxê, ragihand.

Her sê welatan bi daxuyaniyeke hevbeş eşkere kir ku agirbesta nû wê 26’ê Cotmehê, bikeve mertiyetê.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo gihîştina çareseriyeke aştiyane di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, Amerîka, gelek danûstandin bi Wezîrên Derve yên grûpa Minsk re pêk anîne.

Ev agirbest, piştî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, cuda cuda, bi Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbeycanê re, li Waşingtonê civiya, pêk hat.

Ji destpêka şerê li Qerebaxê de, ev agirbesta 3. e ku li vê herêmê tê ragihandin, lê hedu caran jî hatiye binpêkirin û şer li dar e.

Agirbesta yekem 10 û ya duyem 17 Cotmehê bi navbeynkariya Rûsyayê ûn.

Back to top button