PDK hêz şand qadên gerîla, balafirên Tirkiyê jî herêm bombebaran kir

PDK ya ku Başûrê Kurdistanê gav bi gav pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike, niha jî dîsa li pey lîstikên nû ye. PDK’ê piştî Zînî Wertê, vê carê jî çekdarên xwe şand herêma Akrê ku di bin kontrola gêrîla de ye. Hemwextî şandina wan jî, balafirên şer ên dewleta Tirk devera navborî bombebaran kir.

Di demekê de ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê gefan dixwe û êrîşên xwe zêde kirine. Rojane dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê jî berfireh dike.

PDK jî hemwextê van êrîşên dewleta Tirk ji bo şerekî xiyanetê, hêzeke nû şand Akrê.

Beriya du rojan, PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran û Pêşmergeyên Roj şand herêma bajaroka Dînarteyê ya ser bi Akrê ya herêma Behdînan.

Ev herêm jî weke herêma Gerîla tê naskirin.

Derbarê mijarê de, Berpirsê Komîteya YNK’ê ya bajarokê Dînarteyê Emîr Zêbarî ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Emîr Zêbarî ragihand ku PDK’ê li gundên Malkê, Dosteka, Gisê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Merzîngan,Girê Navxoş, Girê, Difrî û gundên Asûriyan bi cih bûne û li herêma eşîreta Zêbarî dest bi çêkirina çeparan kiriye.

Emîr Zêbarî eşkere kir ku derengiya şava borî, hêzên Pêşmergeyên Roj bi qernasê, gule li gundên Dînarteyê kirine ku di nava gundan de bû sedema tirsê.

Balkêş e ku piştî hêza pêşmergeyan çû wir, balafirên şer ên dewleta Tirk jî bi dijwarî ew herêm bombebaran kir.

Derbarê ziyana bombebarana Tirkiyê de, ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di meha Nîsanê de jî dema PDK’ê hêzên xwe li herêma Zînê Wertê bi cih kirin, balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kirin û di encamê de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.

Back to top button