Desteya Tenduristiyê: 150 kesên din bi Coronayê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kesên din bi Coronayê ketin û 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên 24 saetên
dawî yên coronayê eşker kir.

Desteyê diyar kir ku 150 kesên din bi coronayê ketine, 3 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Hate ragihandin kesên ku jiyana xwe jidestdayî, 2 mêr in û jinek in.

Desteyê her wiha da zanîn ku 15 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûne.

Bi giştî heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara pêketiyan gîhîşt 3 hezar û 948 kesî, ji wan 115 kes mirine.

Back to top button