Koalîsyona welatên Ereb di 24 saetan de 6 dronên Hûsiyan anîn xwarê

Koalîsyona welatên Ereb ragihand, di 24 saetên dawî de, wan 6 dronên bombekirî, ku Hûsiyan ji Yemenê ber bi Si’ûdiyê ve berdabûn, rûxandin.

Ajansa nûçeyan a Erebistana Si’ûdî li ser zimanê berdevkê Koalîsyonê Tirkî El-Malikî ragihand, ku hêzên Hûsî van dronan bi awayekî plankirî, ber bi herêmên sivîlan ên li başûrê Si’ûdiyê ve berdidin.

Beriya 2 rojan, gerînendeya parastina sivîl li herêma Esîr a Si’ûdiyê ragihand, ku ji ber rûxandina droneke Hûsiyan ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve, welatiyek birîndar bû.

Êrîşên hêzên Hûsî li dijî Erebistana Si’ûdî di dema dawî de zêde bûne, ku rojane dronên bombekirî ber bi herêmên sivîlan, ên li başûrê Si’ûdiyê ve tê avêtin.

Back to top button