Aldar Xelîl: Erdogan bi behaneya olê şerê Fransayê dike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk bûyerên li Fransayê keysbaz dike û bi behaneya olê, êrîşî wê dike.

Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Twîtterê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li dijî Serokkomarê Fransayê û wiha got:

“Têgihştina Fransayê ji rola Tirkiyê ya neynî û projeyên wê yên li dijî ewlehiya herêmî û navnetewî û helwesta Fransa li hemberî xeteriya dewleta Tirk li Yekîtiya Ewropayê, hişt Tirkiyê êrîşî wê bike.

Ji ber vê yekê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan hin bûyerên li Fransayê keysbaz dike û dixwaze li jêr hin behaneyan diyar bike ku dilê wî bi ser olê ve ye û xwe ji bîr kiriye ku hîna komkujiyên wî li Bakur û Rojhilatê Sûrî têne kirin”.

Back to top button