Çiya Firat: DAIŞ di çend rojan de tune nabe, têkoşîna me dê bidome

Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê, Çiya Firat diyar kir ku wan çeteyên DAIŞ`ê di nava 700 metre çargoşe de dorpêç kirine û sedema derengmayîna pêşveçûnê, ji ber çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û wiha got: “Me 10 esîrên xwe rizgar kirin û em ê di nêziktirîn demê de mizgîniyê bidin tevahiya cîhanê. Wê xebatên me ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê berdewam bikin.”
Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat di civîna çapemeniyê de ku li Heqil Umer a Dêrazorê hat lidarxistin, agahiyên dawîn dan. Berdevkê fermî yê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mustefa Balî, fermandarên QSD`ê, her wiha hejmareke mezin ji dezgehên çapemeniyê beşdarî civînê bûn.

Çiya Firat di destpêkê de got çeteyên DAIŞ`ê di firehiya 600-700 metreçargoşe de hatine dorpêçkirin û wiha axivî: “Em bi awayekî hişyar bi pêş ve diçin. Sedema derengmayîna pêngava me ew e ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û em hewl didin parastina wan bikin.”

10 esîr hatin rizgarkirin

Çiya Firat diyar kir ku hejmarek esîrên wan di destê çeteyên DAIŞ`ê de hene û îro ji wan 10 kes rizgar kirine.

Fermandar Çiya Firat diyar kir ku wan bi hezaran sivîl bi rêya korîdorên ewle yên ku vekirine, rizgar kirin û alîkarî ji wan re peşkêş kirin.

Çiya Firat destnîşan kir ku ew ê di nêzîktirîn demê de mizgîniya bidawîbûna dagirkeriya DAIŞ’ê bidin pêkhateyên herêmê û tevahiya cîhanê.

Çiya Firat di dawiyê de wiha got: “DAIŞ di çend rojan de tune nabe. Wê têkoşîna me ya ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bidome.”
[penci_video url=”https://youtu.be/RCvEw_Fq68k” align=”center” width=”” /]

Leave a Reply

Back to top button