Dolarekî Amerîka 8 lîreyê Tirk derbas kir

Lîreyê Tirk li pêşberî dolar her diçe nirxê xwe winda dike. Îro dolar gihişt ji 8 lîreyê Tirk derbas kir.

Dolar vê hefteyê jî li peşberî lîreyê Tirk serdestiya xwe dewam kir.

Dolarekî Emerîkî ji 8 Lîreyê Tirk derbas kir.

Bi heman rengî Eûro jî gihişt 9,50 lîreyî.

Lîreyê Tirk di nava vê salê de li hember dolarê Emerîka ji sedî 25 û li hember Eûro jî ji sedî 30 nîrxê xwe winda kir.

Tevî vê yekê jî rayedarên dewleta Tirk hewl didin bi derewan aboriya welat baş nîşan bidin û civakê bixapînin.

Wezîrê malîyê yê Tirk ku zavayê Erdogan e, îdia kir aboriya Tirkiyê her diçe pêş dikeve.

Back to top button