Çalakiya li Strsboûrgê bi ciwanan dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan li Strasboûrgê pêk tê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN’ve dewr hate girtin.

Piştî ku ciwanan çalakî dewr girtin, qada çalakiyê bi balonên ji wêneyên Rêber Ocalan xemilandin.

Her wiha pankartên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” li qadê hildan.

Ciwanên ku wê heta roja Înê çalakiyê bidomînin, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku tecrîdkirina Rêber Apo û polîtîkaya şerê li dijî Kurdan yekser bi hev ve girêdayî ne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk plana têkbirinê li dijî Kurdan xistiye meriyetê û dixwaze PKK’ê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin.

Bi vê tasfiyeyê re dixwaze têkoşîna yekbûyî ya li çar parçeyan tune bike û bike ku gelê Kurd di qirkirinê re bê derbaskirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê kirin ku beşdarî pêngava seferberiyê bibin.

Di daxuyaniyê de gotin ku di 28’ê Cotmehê de wê enternasyonal û gelê Kurd ê li Ewropayê tevlî çalakiyê bibin.

Back to top button