
Leşkerên artêşa Tirk xelkê Herêma Biradostê dan ber guleyan û nehiştin welatî lawirên xwe biçêrênin.
Di dîmeneke ku kete destê ajansa Rojnewsê de, leşkerên dewleta Tirk li herêma Biradost li gundên Xelîfan û Sîran gule bi ser şivanan barandin.
Li gorî agahiyên ji xelkê herêmê hatine standin, leşkerên Tirk rê nadin welatî lawirên xwe berdin û biçêrînin.
Welatiyan diyar kir ku leşkerên Tirk bi doşkan gule bi ser wan de barandin.