Oldarên Helebê: Hevgirtin rê li pêşiya fitneyê digire

Oldarên ji bajarê Helebê piştrast kirin ku hevgiryina gelên herêmê û di bin seya Rêveberiya Xweser û hêzên Sûriya Demokratîk herêm hat parastin û destnîşan kirin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina planên dijminan, yekîtî û hevgirtin pêwîst e.

Oldarên ji bajarê Helebê derbarê hewldanên derxistina ftineyê li herêmê û
girîngiya yekîtî û hevgirtina civakî, axivîn.

Oladaran parastina herêmê, li hevgirtina gel li dor Rêveberiya Xweser û hêzên Sûriya Demokratîk vegerand.

Derbarê mijarê de, Şêx Omer El-Şamî, diyar kir armanca van hewldanan têkbirina aramiya herêmê û derbeyek li dijî baweriya di navbera rêveberî û gel de ye.

El-Şamî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi hevgirtina tevahiya pêkhateyên vî welatî ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr hate avakirin û
bi saya vê hevgirtinê, herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û ewlehî li herêmê hat peydakirin.

Werin em di bin sîwana Rêveberiya Xweser a banga hevgirtin û yekîtiyê li herêmê dike, rûnin.

Ev hevgirtin jî bi rêya Hêzên Sûriya Demokratîk ên ji hemû pêkhatiyên herêmê pêk tên xuya dibe û bi saya wan jî herêm hat rizgarkirin.

Şêx Elî El-Hesen jî destnîşan kir ku peydabûna ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê, wê ji herêmên din cuda dike û dikare rolekê di diyaloga Sûrî-Sûrî de bilîze.

Elî El-Hesen ji bo xelaskirina herêmê ji zilm, bindestî û ftinyê vî tiştî dibêje:

Çareserkirina aloziya Sûriyê tenê di destê xelên Sûriyêye de ye.

Ev yeke jî, wê di bin sîwana projeya Rêvberiya Xweser de pêk were.

Ji ber di nerîna min de, ev proje ya herî baş û serkeftî ye.

Oldarên ji bajarê Helebê di dawiyê de teqez kir ku, ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina planên dijminan, hevgirtin pêwîst e.

Back to top button