Piştî serdana Pedersen, wê dawiya Mijdarê civînên komîteya destûrî pêk bê

Piştî serdana Nûnerê navneteweyî bo Sûriyê Geir Pedersen ji Şamê re, dawiya meha bê, wê gera civînên komîteya destûrî pêk bê.

Geir Pedersen bi Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd El-Muellîm, hevserokê komîteya destûrî Ehmed El-Kizberî û balyozê Rûsya re li Şamê civiya.

Pedersen di civîna xwe de, rewşa siyasî û bandora cezayên aborî li Sûriye û gelê wê nîqaş kirin.

Li gorî agahiyan, eger li ser lîsteya kar erê bibe, wê di serê meha Mijdarê de, civînên Cinêvê dest pê bikin.

Tê zanîn, ji ber rewşa coronayê, Pedersen civînên xwe li Şemê dirêj nekir, îro jî wê rapora serdana xwe pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bike.

Back to top button