Almanya: Erdogan bi komên tundrew, gefê li ewlehiya Ewropayê dixwe

Piştî ku li Sûriyê hevkariya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ û çeteyên din re hat belgekirin, niha Almanya têkiliya Erdogan bi rêxistinên tundrew ên Îxwanî, li Ewropayê eşkere dike.
Hikumeta Alman diyar kir, ku komên tundrew ên dewleta Tirk li Ewropayê, yekser fermana xwe ji Erdogan digirin.

Almanya têkilî û hevkariya Erdogan bi rêxistinên tundrew ên li Ewropayê eşkere dike.

Di nava çend salên dawî de, dosya têkiliyên serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi rêxistinên tundrew mîna “Millî Goruş” anku nerîna niştimanî di raporên rojnamegerî û îstixbaratî de cih digire.

Hikumeta Alman, duh ev têkiliyên Tirkiyê bi pêşnûmeyekê pêkêşî perlamena welêt kir.

Di vê pêşnûmeyê de, hate gotin ku, desteya parastina destûr û Istixbarata hindir a Almanya, çavdêriya pêwendiyên zêde yên di navbera Tirkiyê û komên tundrew û Îxwanan de kiriye.

Li gorî pêşnûmeyê, ev pêwendiyên telefonî piştî darbeya 2016’an a li Tirkiyê zêde bûne.

Hikumeta Amnan da zanîn ku ev tevgera Millî Goruş yekser fermana xwe ji yekîtiyên îslamî yên Erdogan digire.

Ji aliyê xwe ve, parlementera Alman ya partiya Çep Sevim Dagdelene, ya rapor pêşkêş kiriye got:

“Cara yekemîn hikumeta Alman, idyolojî û siyaseta Erdogan a komên terorîst û ixwanî eşkere dike.

Tora terorîst a Erdogan, gefê li ewlehiya giştî ya Almanyayê dixwe, ji lew re divê bê jihevxistin.”

Ji 2016’an ve, komên tundrew ên dewleta Tirk bi hevkariya Îxwanan ji bo ewlehî û civaka Ewropî têk bibin û terorê belav bikin, ketine nava tevgerê.

Bi gotineke din ev tevgerên tundrew û Îxwanî yên dewleta Tirk li Ewropayê, xizmeta berjewendiyên Enqereyê dikin.

Li ser vê yekê, ewlehiyên Nethrlands û Almanyayê çavdêriya liv û tevgera van tundrewan li parzemîna Ewropayê dikin.

Back to top button