IRAQ..Di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûnan rû da

Li qada Tehrîr a Bexdayê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûnan rû da.

Xwepêşanderan ji bo ku rêbendên li ser pira Cimhûriye ya ku diçe qada Tehrîrê, derbas bikin, bi keviran êrîşî polîsan kir, polîsan jî gaza rondikrêj û bombeyên dengî, li wan barandin.

Li Kerbelayê jî, xwepêşanderan kevir avêtin polîsan, wan jî bi daran bi wan ketin.

Her wiha li bajarên Hille û Dîwaniye, xwepêşanderan dûlab li hin kolanan şewitandin.

Back to top button