“PDK li gorî armanca dewleta Tirk a rûdana şerê birakujiyê tev digere”

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Mam Elî da xuyakirin, ku PDK’e li gorî armanca dewleta Tirk a rûdana şerê navxweyî, tev digere.

Hazim Mam Elî diyar kir ku, eger şerekî birakujiyê rû bide, tenê dijminên Kurdan û bi taybet Tirkiye, dê jê sûdemend bin.

Hazim Elî da zanîn ku niha Tirkiye komên terorîst ên weke DAIŞ û Cebhet û El-Nusrayê amade dike, da ku wan li dijî Kurdan bide xebitandin.

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Mam Elî bang li hêzên siyasî û çekdar kir, ku hewldanên vegerandina ezmûna tehl têk bibin û rê li ber şerê birakujiyê bigirin.

Çavdêrê siyasî Hawrê Kastro jî anî ziman, ku Erdogan gefa operasyoneke din li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe û rûdana bûyereke wiha, dê ji ber nebûna yekîtiya Kurdan be.

Back to top button