FLORENCE PARLY: JI BO KURD NEBIN QURBANÊ ŞERÊ NÛ YÊ LI SÛRÎ ÇI PÊWÎST BE LAZIME EM BIKIN

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florans Parlî şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûrî nirxand.

Parlî xemsariya hêzên cîhanî li hemberî parastina Kurdên Rojava bi van gotinan anî ziman:

Eger em bê deng bimînin wê Kurdên li Sûrî bibin qurbanê şerekî nû. Em deyndarên QSD’ê ne. Lewma ji bo parastina wan, ya pêwîst çi be lazime em bikin.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly têkildarî encama şerê li dijî DAIŞ’ê gotarek ji bo rojnameya Lu Parîsîen re nivîsî..

Parly bal kişand ser pêngava dawî ya li Dêrazorê û wiha got:

Li hevkarên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk bifikirin. Rêwîtiya ji Kobanê dest pê kir û li Hecînê bi dawî dibe. dawiya vê rêwîtiyê serkeftin heye.

Wezîra Parastinê biryara Emerîka ya vekişîna ji Sûrî jî bi bîr xist û wiha dewam kir:

Biryar rê li ber guhertinên nû vekir. Kes nizane ku lihevkirineke çawa wê ji vir derkeve. Ji bo me ya girîng ew e ku em nehêlin QSD’ê bibe qurban. Hevkarên me yên li herêmê QSD’ê gelek berdêl dan. Em deyndarê wan in.”

Li ser şerê dawî yê li derdora gundê Baxozê jî Parly wiha nivîsî:

Ev şer ne têkoşîna gundekî ye. Têkoşîna nifşekî ye. DAÎŞ wê bi rengekî mezin têk biçe. Ji ber wiha niha hewl didin careke din xwe birêxistin bikin. Li çiyayên Hermînê yên Iraqê, li wîlayeta Anbarê ku koka wan li wir e, li herêmên Sûnî yên Sûriyê mîna Reqayê, bi rengekî veşartî û fihêlbaz tevdigerin. Eger em bêjin ku wê êrişên mezin pêk neyînin, hingî em ê şaşitiyê bikin.

Leave a Reply

Back to top button