Kemal Akif: Em ji dîtina alên DAIŞ’ê li Serê Kaniya dagirkirî matmayî neman

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir ku ew ji bilindkirina alên DAIŞ’ê li Serê Kaniyê matmayî neman û got,
Çeteyên niha li Serê Kaniyê û Girê Spî heman çeteyên DAIŞ’ê yên ji Reqa û Tebqayê ne ku reviyabûn Tirkiyê.

25’ê vê mehê li Serê Kaniya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin meşek dijî Fransayê hat lidarxistin.

Di meşê de çeteyên DAIŞ’ê jî amade bûn û ala xwe hildabûn.

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Kemal Akif derbarê mijarê de axivî.

Kemal Akif diyar kir ku ew ji dîtina alên DAIŞ’ê di meşa li Serê Kaniyê de matneman.

Ji ber ku çeteyên niha li Serê Kaniyê û Girê Spî heman çeteyên DAIŞ’ê yên ji Reqa û Tebqa ber bi Tirkiyê reviyabûn.

Lê vê carê ew di bin navê Artêşa Azad de ne.

Kemal Akif anî ziman ku ji despêka dagirkirina her du bajaran ve, wan lîsteyek ku teqeziyê li ser hebûna 500 serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî dike radestî Civaka Navdewletî, Rêxistinên Mirovî û NY’ê kirine.

Kemal Akif diyar kir ku ew çeteyên li herêmên dagirkirî têkiliya wan bi şaneyên razayî yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî hene û got,

Dewleta Tirk bi dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî derfetek nih da şaneyên razayî yên li herêmê ku sucên xwe zêdetir bikin.

Kemal Akif di dawiyê de anî ziman ku dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya ji DAIŞ’ê re keda QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê têk dibe.

Ji ber wê jî ji Koalîsyona Navdewletî tê xwestin ku sînorekî ji kiriyarên dewleta Tirk û piştigiriya wê ji rêxistinên terorîst re li herêmê deyne.

Her wih ji civakan navdewletî jî ev yek tê xwestin û divê li hember vê bi erkê xwe rabe.

Back to top button