
DAIŞ tine dibe û tenê 700 metro çargoşe di bin dagirkeriya wê de maye.
Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey têkildarî rewşa piştî dawîbûna DAIŞ’ê û vekişîna hêzên Emerîkayê axivî.
Jeffreyê got:
Emerîka wê rê nede hêzên rejîma Sûriyê vegerin herêmên ku wê jê vekişin
Jeffrey di Kongreya Munchen a Ewlekariyê de axivî û diyar kir ku Washington dev ji armancên xwe yên li bakur û rojhilatê Sûriyê bernade û ev tişt anî ziman:
Ji bo berdewama şerê li dijî DAIŞ`ê em ê hêzên xwe li Sûriyê bihêlin.
Nûnerê Emerîkayê li Sûriyê destnîşan kir ku ew ê rê nedin ku hêzên rejîma Sûriyê şûna wan dagirin û wiha domand:
Vekişîn wê bi şêwira hevkarên me pêk were.
Em rê nadin hêzên rejîmê vegerin herêmên ku em ê jê vekişin.
Ji bo berdewama şerê li dijî DAIŞ`ê em ê hêzên xwe li Sûriyê bihêlin.
Gelek endamên rêveberiya Trump û senatorên Emerîkayê nerazîbûnên xwe li dijî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê nîşan dabûn.