
Ji ber zêdebûna belavbûna vîrûsa coronayê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya beşî ragihand .
Rêveberiya Xweser bi biryarnameyek ragihand ku
– Qedexeya derketina derve ji 30’ê Cotmehê dest pê dike û 8’ê Mijdarê bi dawî dibe.
– Ji bilî dikanên medayên xwarinê tevahiya sûk û deverên giştî yên sereke tên girtin.
-Ji bilî roja nimêja Înê û roja yekşema pîroz, Mizgeft û Dêr tên girtin.
– Hemî cureyên kombûna civakî yên mîna şahî û sersaxî tên qedexekirin.
– Dewama dibistan, zanîngeham wê bidome û deriyên sînor jî wê vekirî bimîne.
Rêveberiya xweser diyar kir ku divê hemwelatî li cihên giştî, sûkan û navendên fermî maske deyînin û li gorî tedbîrên pêşîligirtina vîrûsê tev bigerin.