Çete li Serê Kaniyê pev ketin, 5 sivîl hatin kuştin

Li Serê Kaniyê ya dagirkirî şer û pevçûn di navbera çeteyên Tirkiyê de derket û 5 sivîl hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên Tirkiyê li Serê Kaniyê û derdora wê pev ketin.

Ji ber şerê çeteyan, top li malên sivîlan ketin, di encamê de, di nav de zarokek û jinek, 5 sivîl hatin kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê jî, 7 çeteyên dagirkiriya Tirk hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn..

Birîndarên çeteyan ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin rakirin..

Ev şer li ser parvekirina mal û milkên sivîlan li ser benda kontrolê ya El-Diwêra rû da.

Berî niha, 2 çeteyên Tirkiyê ji aliyên hêzên QSD’ê ve hatibûn girtin û mikur hatin ku çete rojane li ser parvekirina mala û milkên sivîlan pev dikevin.

Back to top button