TRUMP: WELATIYÊN XWE EN DAIŞ’Î LI DI DESTÊ QSD’Ê DE NE BIGRIN

Serokê Emerîkayê Donlad Trump bal kişand ser girîngiya mijarê û ev bang li welatên Ewrûpayê kir..

Li Sûrî bêtirî 800 DAIŞ’iyên ji Ingiltere, Fransa, Elamanya û welatên din en Ewrûpayê hatin girtin hene. Ev welat hemû hevkarên me ne. Lewma em bang li wan dikin da ku welatiyên xwe bigrin.

Êdî xîlafeta DAIŞ’ê hildiweşe. Pêwîste welatiyên Ewrûpayê van DAIŞ’iyên girtî dadgeh bike. Berovajî rêya din wê berdana wan be.

Ev jî wê nebe rêyeke rast.

Trump wekî din ragihand ku ew weke Emerîkayê naxwazin ku careke din DAIŞ’î derbasî welatên Ewrûpayê bibin û wiha dewam kir:

DAIŞ niha dixwaze derbasî Ewrûpayê bibe. Me heta niha ji bo hilweşandina xalîfeta DAIŞ’ê gelek hewl da. Niha dor a welatên Ewrûpayê ye.

Leave a Reply

Back to top button