Rûsya metirsiya xwe ji herikîna çeteyên Erdogan anî ziman

Rûsya metirsiya xwe ji herkîna çeteyên Tirkiyê ber bi Qerebaxê ve anî ziman.

Serokê Rûsî Valdimir Putin bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Erdogan re axivî û teqezî li ser rawestandina şer kir, ku divê agirbesta mirovî bilez pêk were.

Li gorî daxuyaniya Kermilênê, Putin metirsiya xwe der barê çeteyên ku Tirkiyê wan dişîne şerê Qerebaxê jî anî ziman.

Li gorî daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, dewleta Tirk heta niha 2 hezar û 50 çeteyên xwe yên Sûrî, şandine Azerbeycanê û zêdeyî 170 ji wan di şerê Qerebaxê de hatine kuştin.

Back to top button