TEV-DEM: Dewleta Tirk siyaseta derbekirina hesin bi hesin li dijî Kurdan bi kar tîne

TEV-DEM’ê têkildarî şandina hêzên PDK bo qadên gerîla daxuyaniyek da û anî ziman ku divê gel û hêzên nîştimanî yên Kurdistanî nehêlin şerê birakujiyê navbera aliyên Kurdistanî li herêmê derkeve.
TEV-DEM’ê bang li wan Kudan kir ku nekevin xefka lîstok û planên dewleta Tirk a xapînok û girîngiyê bidin diyaloga Kurdî-Kurdî ya nîştimanî. 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser şandina hêzên PDK’ê ji bo herêmên HPG’ê û nakokiyên li herêmên parastina Medyayê daxuyaniyek nivîskî da.

TEV-DEM’ê niyeta dewleta Tirk a dagirkirina tevahî Kurdistanê bi bîr xist, ku dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, vîn û nirxên gel jî li her derê derbe bike.

TEV-DEM’ê siyaseta dewleta Tirk a faşîst li hember gelê Kurd mîna siyaseta derbekirina hesin bi hesin pênase kir û wiha got:

“Dewleta Tirk bi siyaseta derbekirina hesin bi hesin, dixwaze Kurdan bi rêya fîtne, siyaseta jevkirinê û piştevaniya şerê birakujiyê, lawaz bike.

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe, PDK’ê bi kar tîne, ev siyaset berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst di radeya yekemîn de pêk tîne. ”

TEV-DEM’ê bi bîr xist ku Başûrê Kurdistan û gel di oxira pêkanîna azadî û jiyana birûmet de gelek qurban dan, Tirkiyê jî gefa dagirkirinê lê dixwe.

TEV-DEM: Divê gel û hêzên Kurdistanî rê li pêşiya şerê birakujî venek

TEV-DEM’ê gelê Kurdistanê û hêzên nîştimanî yên Kurdistanî ji planên komplogerî yên dewleta Tirk hiştiyar kir û ev bang li wan kir:

“Em bang li birayên xwe yên PDK’ê dikin ku hişyar bin û nekevin xefka lîstok û planên dewleta Tirk ên xapînok.

Baweriya me bi giştî bi diyaloga Kurdî-Kurdî heye û ev jî xwestekeke nîştimanî ya gel e, yekîtiya Kurdî wê zêdegaviyên Tirkiyê rawestîne.”

Back to top button