Malbata Er û Dag banga astengkirina biryarê kir

Li dijî biryara PDK’ê ya bidarvekirina ciwanên Kurd Mezlûm Dag û Ebdulrehman Er, bertek û nerazîbûn zêde dibin. Malbata Er û Dag bi rewşenbîrên Silêmaniyê re civiyan û banga astengkirina biryarê kir. Li bajarê Den Haag ê Netherlandsê jî, biryara PDK’ê û hevkariya wê digel Tirkiyê hatin şermezarkirin.

Ji bo razîkirina dewleta Tirk, PDK bi lez û bez hikumê bidarvekirinê li 2 ciwanên Kurd birî.

17’ê Tîrmeha 2019’an, berpirekî MÎT’ê bi navê Osman Kose li Başûr Kurdistanê hatibû kuştin.

Li şûna ku PDK hesabê vê yekê bide, 19’ê Têrmeha 2020’an 2 ciwanên Kurd “Mezlûm Dag û Ebdulrehman Er” bi tawana kuştina Osman Kose, girtin.

Piştre jî biryara bidarvekirinê li wan birî.

Malbata Er û Dag ji bo vê, berê xwe da Başûr û bi aliyên siyasî re dest bi civînan kir.

Duh jî her du malbat li Silêmaniyê digel rewşenbîran civiyan û daxwziya astengkirina cezayê bidarvekirinê ji wan kir.

Rewşenbîran jî biryara PDK’ê ya bidarvekirina Er û Dag şermezar kir û piştgiriya xwe anî zimên.

Di heman çarçoveyê de, Kurdên li Netherlands ango Holanda duh li ber balyozxaneya Iraqê ya li bajarê Den Haagê, biryara PDK’ê ya bidarvekirina her du ciwanan şermezar kir û banga betalkirina wê kir.

Kurdan her wiha hevkariya PDK’ê ya digel dewleta Tirk jî şermezar kir.

Back to top button