Si’ûdiye: Aliyên radîkal Îslamê ji bo belavkirina kîne keysbaz dikin

Piştî serjêkirina mamosteyekî Fransî, serokê Fransayê Macron gef li tundrewan xwar û ev yek hişt Erdogan li ser hestê Misilmanan bilîze. Der barê vê de, Wezareta Derve ya Erbistana Si’ûdî daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê teqez kir ku şahnişîna Si’ûdî li dijî her kirineke terorist e û hişyar kir ku aliyên radîkal, ji bo belavkirina kînê di nava gelan de, dixwazin mijarê keysbaz bikin.

Siûdiyê banga hişyarkirinê li hemû Misilmanan dike, ku nekevin xefka pêngava dewleta Tirk a tenê xizmeta berjewendiyê wê dike.

Tevî duh Erebistana Si’ûdî, wêneyên li dijî pêxemberê Islamê Muhemed şermezar kirin, lê tevlî bangên hin welatan ên girtina biryaran li dijî Fransayê nebû.

Berpirsyarekî Wezareta Derve ya Si’ûdiyê bi daxuyaniyekê, bal kişand ser bûyera serjêkirina mamosteyekî li Parîsê û teqez kir, ku Erebistana Si’ûdî li dijî her kirineke terorist e.

Li ser vê bûyerê, Serokê Fransayê Macron ev kirinên tundrew şermezar kir, li dijî wê jî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan xwe weke parêzerê Ola Islamê nîşan da û banga boykotkirina kelûpelên Fransî kir.

Charlie Hebdo ya Fransî jî, 2015an, piştî bûyerek terorîst ku 12 kes tê de hatin kuştin, karîkatorin li dijî pêxemberê Islamê Muhemed belav kiribû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Si’ûdiyê, şahnişîna Si’ûdî banga rêzgirtin, bexşîn û aştiyê, li gorî azadiya fikrî û çandî dike û hemû kirinên ku kîn, tundî û radikaliyê diafirînin, şermezar dike.

Ji aliyê xwe ve, Desteya Zanistên Si’ûdî yên Mezin diyar kir ku belavkirina van wêneyan li dijî pêxemberan, ti ziyanê nagihîne wan, lê aliyên radîkal hewl didin sûdê jê wergirin û kînê di nava gelan de belav bikin.

Sekreterê giştî yê Hevgirtina Cîhana Islamî Mihemed El-Îsa jî, derbarê heman mijarê de axivî û weke îşaret bi Erdogan diyar kir, ku bertekên tund, tenê xizmeta radîkalan dikin.

Banga Erdogan a boykottkirinê, rastî ti guhdanê ji aliyê welatên Kendava Erebî nehat û hewldanên wî yên keysbazkirina mijarê û lîstina li ser têla hestên misilmanan, vala derketin.

Back to top button