Kompanyeke Awisturyayî, firotina dronan bo Tirkiye radiwestîne

Kompanyaya “Rotax” a Awisturyayî, firotina dronan bo Tirkiye û Îranê, ji ber nezelaliya awayê bikaranîna wan, rawestand.

Ev yek, piştî ku çalakvanên li Awisturyayê, banga lidarxistina xwepêşandanan li pêş navenda Kompanyaya Rotax, roja 5’ê Mijdarê kir, pêk hat.

Di van xwepêşandanan de, dê daxwaz ji kompaniyê bihata kirin ku firotina jenatoran, bi taybetî bo Tirkiye, rawestîne.

Ji ber Dewleta Tirk van jenatoran di çêkirina dronên ‘Bêreqdar’ de bi kar tîne û bi rêya wan êrîşan dibe ser Lîbya, Sûriye û Ermenistanê û qanûna navdewletî binpê dike.

Piştî vê biryara Kompanyê, çalakvanên Awisturyayî, xwepêşandan betal kir.

Li gorî rojnameya Standard, wê ev biryar, bandoreke mezin li şîrketên Bêreqdar ên Tirkî û Şahid 129 a Îranî bike.

Back to top button