Li dijî Tirkiyê, Birîtanya destekê dide Qibrisê

Li dijî arandinên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî, Brîtanyayê desteka xwe ji bo Qibrisê ragihand.

Ev yek, di civîna serokwezîrê Brîtanyayê Boris Jonson, bi serokê Qibrisê Nîkos Anastasyadîs re, pêk hat.

Her wiha duh, Wezîrên Derve yên Yûnanistan, Qibris û Israîlê civiyan û kirinên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî şermezar kirin.

Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Dendiyas got, mixabin em îro ji ber kirinên derqanûnî yên dewleta Tirk dicivin.

Piştî dewleta Tirk keştiya xwe Oruç Reîs ji bo pişkinînê vegerand herêma deryayî ya bi nakok, asta tengejînê li vê herêmê dîsa bilind bû.

YE jî di civîna xwe ya dawî de, hişyarî dabû Tirkiye ku eger lêgerîna xwe ranewestîne, ew ê rastî cezayan were.

Back to top button