Parlamenterên Kurd nameyekê radestî rayedarên Iraq û NY dikin

Jimareke parlamenterên Kurd, der barê daxuyaniya Encumena Asayîşa Başûrê Kurdistanê de, nameyekê radestî hin serokwezîrê Iraq, parlamen, şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî û nûnerê NY kir.

Parlamenteran di nameya xwe de got:

“Em weke komeke endamên parlamena Iraqê, dixwazin we ji pêşketineke tirsnak agahdar bikin.

Divê rê neyê dayîn ku sazî û îstixbarata Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên partiyetî û çewisandina azadiyê werin bikaranîn.”

26’ê vê mehê Encumena Asayîşa Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê angaşt kiribû ku bi operasyonekê, hin hewldanên terorîst asteng kirine ku di nav de; endamên PKK’ê jî hene.

Back to top button