Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jmara pêketiyên vîrûsa Coronayê, 4 hezar derbas kir.
Desteya Tenduristiyê ragihand ku, di 24 seatên dawî de, 216 kesên din bi Coronayê ketin û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Desteyê her wiha başbûna 6 kesan jî ragihand.
Bi van daneyên nû, hejmara giştî ya pêketiyên Coronayê li herêmê, gihaşt 4 hezar û 164 kesî, jê 119 kes mirine û 693 kes jî baş bûne.