“Artêşa Tirk hêz û çekên xwe li derora Zirganê zêde kirine”

Piştî Eyn Îsa û Til Temirê, tevger û sewqiyatên dagirkeran li derdora Zirganê jî zêde dibin.

Ajansa HAWAR’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, hêz û çekên xwe li xetên şer ên Zirganê zêde kirine.

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk hêza xwe li gundên Enêg El-Hewa, Til Mihemed, Bab El-Xêr û Um Işbe zêde kirine.

Herî dawî, artêşa Tirk leşkerên xwe li kêleka çeteyan li xetên şer ên gundewarên Zirganê belav kirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê jî destnîşan kir, ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk, rojane li asimanê herêmê digerin.

Back to top button