ÎRAN JI ÊRIŞÊ PAKISTAN BERPIRSIYAR NÎŞAN DA

Parlementoya Îranê ji êrişa xwekuj a li dijî Parêzvanên Şoreşê, dewleta Pakistanê perpirsiyar nîşan da..

Serok-komarê Îranê Rohanî jî peyam da ku ew ê êrişê bê bersiv nehêlin.

Berdevkê Parlementoya Îranê Elî Larîcanî ji êrişa 14’ê Sibatê, welatê cîran Pakistan berpirsiyar nîşan da..

Larîcanî îdîa kir ku plansaziya êrişê li Pakistanê hatiye amadekirin. Wê welatê me hesabê vê êrişê ji berpirsiyaran bipirse.

Serok-komarê Îranê Hasan Rohanî jî daxuyaniyek da û got, ew ê êrişê bê bersiv nehêlin.

Çarşema bihûrî li ser rêya herêmên Zehdan û Kaş li dijî hêzên Îranê êrişa xwekuji pêk hat.

Di encamê de 27 esker hatin kuştin.

Rêxistina Sûnî ya binvê Ceyş El Adil berpirsiyariya êrişê girtibû ser xwe.

Rêxistina nav bihûrî ya daxwaza mafê kêmnetewa Belûcî li Îranê dike, ji aliyê Tahranê ve di lîsteya terorê de hatiye bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button