12 rêxistin û hevpeymaniyên Iraqê têkildarî rojnameger û çalakvanên li herêma Behdînan ku ji ber şoreşa gel a li dijî dagirkeriya dewleta hatin binçavkirina daxuyaniyekî hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
Nabe xelkê çalakvan li ser niyeta rêxistinê xwepêşandana ku mafekî destûriye werin girtin û bi madeya 156 a yasayê ceza yê Iraqê ya hejmara 111 ya sala 1969’an sûcdar bikin.
Ev ceza li Iraqê ji bo darvekirinê ye û li Herêma başûrê Kurdistanê cezayê heta-heta ye.
Li gorî me ne ew kesane li gorî vê madeyê sûcdarin, kesên ku ew kes binçavkirine, binpêkirina mafên destûrî ye.
Em daxwazê dikin ku binpêkirinên li ser yasa û astengiyên li ser azadiya xwe-ifadekirinê bi dawî bibin.
Hemû kesên hatine girtin werin berdan.
Navên rêxistin û hevpeymaniyên Iraqê yên daxuyanî dane;
Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran
Tora Şems a ji bo çavdêriya hilbijartinê
Tora Dadperwerî ya Behdînan
Hevpeymana Azadîxwaz
Hewbenda Rahênana Mafên Mirovan
Tora Iraqê ya ji bo mafê zarokan
Tora Hevpeymana ji bo kêmneteweyan a li Iraqê
Tora Mirov ji bo girîngîdana tendirustiyê
Tora Şefafiyekê ji bo Pîşesaziyê
Tora Pêşîlêgirtina Bazirganiya bi mirovan
Hevpeymana 1325
Tora Jinên Iraqê