Li ser daxwaza 35 malbatên Sûrî ew ji kampa Holê hatin derxistin

Di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser de, îro 35 malbatên sûrî li ser daxwaze wan ji kampa Holê derketin.

Li gorî endameke rêveberiya kampê, li ser daxwaza 35 malbatên sûrî yên ku ji 117 kesan pêk tên ji kampê hatin derxistin.

Hat diyar kirin, di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser de kesên ku xwestin ji kampê derkevin, daxwaznameyên derketinê pêşkêş kirin.

10’ê Cotmeha derbasbûyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, bên derxistin.

Li gorî serjimariya herî dawî ya Rêveberiya Kampa Holê, 17 hezar û 693 malbatên dimînin, ji wan 6 hezar û 706 malbatên sûrî ne.

Back to top button