Dewleta Tirk 25 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker, karwaneke din a leşkerî derbasî gundewarên Idlibê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk derdora 25 meşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha dewleta Tirk 7 hezar û 325 maşîne tevî leşkeran derbasî Idlibê kirine.

Bi vê yekê, jimara maşîneyan ji meha Sibatê û heya niha gihaştiye, 10 hezar û 66yî.

Back to top button