ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 89’AN DE YE

Berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 89’an de ye.

Li kampa Mexurê koma 22. çalakiya dorveger dewir girtin.

Koma 33 an a li Silêmaniyê ku ji şêniyên her 4 beşên kurdistanê pêktê çalaki dewir girtin.

Çalakiyên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê berdewam dikin.

Berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 89’an de ye.

Tevî rewşa tenduristiya Yagiz ya xirab jî dîsa bi israre ku çalakiya xwe bidomîne.

BERXWEDANA FEDÎLA TOK DI ROJA 28’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê jî di roja 64’an de ye.

Çalakî îro ji aliyê koma 22’emîn ve dewir hat girtin.

Di çalakiyê de li ser navê 21’an berdevkê komê, Ferhat Faraşîn axivî û got:

“Wê tukes nikare vîn û berxwedana gelê Kurd bişkîne.

Wê bi vê berxwedanê gelê Kurd bigihe serkeftinê”.

Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 28’an de bi biryardarî berdewam dike.

ÇALAKIYA LI BAJARÊ SILÊMANIYÊ BERDEWAM DIKE

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê di roja 66’an de ye.

Koma 33’emîn ku çalakî dewir girtin ji xelkê her çar parçeyên Kurdistanê pêktê.

Çalakvanên li bajarê Silêmaniyê di greva birçîbunê de gotin:

“Em di kesayeta Rêber Ocalan de dawî li dagirkeriya li ser Kurdistanê bînin”.

Çalakvanan bang li Kurdan kirin ku xwedî li daxwazên çalakvanên di greva birçîbunê de derbikevin.

Leave a Reply

Back to top button