Rêxistinên sivîl, mirovî û hiqûqî li Kurdistan û Ewropayê banga eşkerekirina çarenûsa 400 jinên revandî di girtîgehên dagirkeriya Tirk de kir.
Rêxistinan bêdengiya navnetewî li hemberî sûcên Tirkiyê bi taybet ên li dijî jinan li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî şermazar kir.
Rêxistinan bang li tevahiya saziyên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bilez li gorî pîvanên navneteweyî bilivin.
Rêxistinên sivîl, mirovî û hiqûqî li Kurdistan û Ewropayê got:
Divê zextê li dewleta Tirk bikin da ku çaranûsa jinên revandî yên di girtîgehên Tirkiyê û çeteyan de eşkere bike.
Dadgehên dadmend bê lidarxistin û sûcdarên ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne, werin darizandin.
Her wiha sivîlên li Efrînê mayî, werin parastin û dewleta Tirk û çeteyên wê vekişin û vegereke ewle ji koçberan re bê dîtin.